Muharrem Înce bû berbijêrê Serokomariyê

Hewlêr (Rûdaw) -  Di Partiya Memleketê de ji bo eşkerekirina berbijêrê Serokomariyê hilbijartin hat kirin û Serokê Giştî Partiya Memleketê Muharrem Înce bi dengên endamên partiyê bû berbijêrê Serokomariyê.

Berdevka Partiya Memleketê Îpek Ozkal Sayan bi daxuyaniya nivîskî ragihand ku Muharrem Înce bi yekdengî wekî berbijêrê Serokomariyê yê partiyê hat hilbijartin.

Îpek Ozkal Sayan diyar kir, li gor xala 66em a rêziknameya Partiya Memleketê îro li hemû serokatiyên parêzgeh û navçeyan hilbijartin hat kirin.

Sayan got: “Dengdayînê di saet 08.00an de dest pê kir û di saet 17.00an de bidawî hat. Dildarên Memleket bi yekdengî Serokê Giştî Muharrem Înce wekî berbijêrê Serokomariyê destnîşan kir. Me rasterast sindoq danî pêşiya endamên partiyê û berbijêrê xwe yê Serokomariyê eşkere kir."