Nêçîrvan Barzanî û Mevlut Çavuşoglu civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di duyem roja Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî ragihand Nêçîrvan Barzanî û Mevlut Çavuşoglu nîv saet berxwe daye.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku di civina li gel mevlut Çavuşoglu de peywendiyen Tirkiye û Herêma Kurdistanê hatine axavtin, bi şeweyeki giştî behsa Iraqê û navceyê hate kirin. Di heman demê de di civine de behsa şerê Rûsya û Ukraynayê jî hate kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ku duh ji aliyê Çavuşoglu ve hat pêşwazîkirin, di çarçoveya kobendê de gelek têkiliyên dîplomatîk pêk anî.

Li aliyê dinn di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de, di roja yekem de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî civiya.

Duyem roja Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê

Di korbendê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel 15 serokkomar û serokwezîr,  65 wezîrên dervê yên welatan û 39 nûnerên rêxistinên navneteweyî beşdar dibin.

Di forumê de behsa krîzên cîhanî wek şer, hejarî, koçberbûn, guhertina keşûhewayê, teror û gefa grûpên tundrew û çend mijarên din bê kirin.

Di Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê de 585 rojnamevan korbendê dişopînin, mijarên rojeva cîhanê yên germ tên nîqaşkirin.

Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê ku wê îro bi panel, rûniştin û hevdîtinên dualî dewam bike wê sibe biqede.