Li Hatayê 159 saet piştî erdhejê jinek ji bin kavilan hat rizgarkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Antakyayê ya Hatayê 159 saet piştî erdhejê jinek ji bin kavilan hat rizgarkirin.
Piştî erdhejên Meraşê yên bi mezinahiya 7,7 û 7,6an yên tesîr li 10 bajaran kirin li ser kavilên avahiyên hilweşiyane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Li navçeya Antakyayê ekîbên AFAD û saziyên civakî yên sivîl dema li ser kavilên Apartmana Fatîhê dixebitîn dengek bihîstin.
Jinike ku bi kevir dîwar dixist ku dengê wê bê bihîstin ji hêla ekîban ve hat rizgarkirin.
Jina 55 salî dema hat derxistin destê xwe hejand û paşê destê kesên ku ew rizgarkirin girt.