Li Enqereyê xwediyên kafe û baran “Platforma Kabare” ava kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber tedbîrên koronayê bi biryara hikumeta tirkiyê hê jî  kafe, restornat, bar û hemû cihên xwarin vexwarinê nikarin mişteriyan verbigirin û tenê dikarin bi servîs û paketan kar bikin. xwediyên kafe, bar û restorandên enqerê jî ji bo ku dengê xwe bigehînin hikumetê bi navê Kabare platformek damezrandin.

Berdevkê Kabareyê Ogulcan Aşkin li ser vê rewşê wiha got “2 milyon kesên tomar kirî nêzîkî 2 milyon û nîv kesên netomarkirî, bi malbatên wan ve dike derdora 8 milyon kesan sektora me bandorê li jiyana wan hemûya dike. em dibêjin çi peywendiya me bi çi aliyekî siyasî û partiyekî nîne. Em xwe weke sendikayeke esnafan dibînin.”

Neylan jî xwediyê kafeyekê li enqerê û ew jî ji bo dengê xwe bigehe hikumetê bûye endamê Kabare yê. neyla jî endamên din yên kabareyê jî daxwaz rêyeke çareseriyê dikin bi gotina wan yan bila mekan nehên girtin yan jî bila alikariyeke baş ji bo wan bê kirin.

Xwediyê kar Neylan Saçilik jî dibêje “Armanca ne ew e ku em bêjin çi dibe bila bibe  dikanên me vekin nexêr em wisa nabêjin. Em dibêjin eger pêwîste dibe bila dikan girtîbin lê alikariya me bikin, ferqê nexin navbera esnaf û cihên kar.”

Heta niha derdora 500  kafe û bar û restoran  beşdarî platormê bûne. qedexeya li ser kafe û bar û restoranda bandorê li jiyana xelkê enqerê jî dike û piraniya hemwelatiyan dixwazin ku qedexe bên rakirin.

Karmenda Tenduristiyê Medîne Ersalan ragihand “Ez bi xwe karmenda tenduristiyê me, li nexweşxaneyan nexweşên korona û yên din di nav hev de ne. Ji xwe her der wisa ye. her der vekirî ye. bi ya min bila kafe û bar û restorant jî bên vekirin.”

Karker Habîb Goren diyar kir “Ez dibêjim bila bên vekirin. ji otobês û dolmîşan bigirin heta hemû derên din xelk her tiştî dike . her der têra xwe qelebalixe, çima cihên xwarinê nehên vekirin. xelk neçare li ser cade û kolanan xwarinê dixwe.”

Kabare anko Kafe, Bar û Restoran weke platformneke piştigiryê her bi çalakiyên cuda cuda hewil dide ku dengê xwe bigehîne rayedaran û damezrandina vê platofrmê di nav medya û torên civakî de jî dengvedaye.