Fîgen Yuksekdag: Înîsiyatîva Birêz Ocalan gelekî hêja û diyarker e
Hewlêr (Rûdaw)- Figen Yuksekdagê derbarê pêvajoya çareseriyê got, “Di vê kêliya krîtîk a dîrokê de hewldana bipêşveçûnê ya bi înîsiyatîva Birêz Ocalan gelekî hêja û diyarker e.”
Heyeta Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku wekî Heyeta Îmraliyê tê binavkirin îro li Girtîgeja Kandirayê ya Kocaeliyê bi hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdagê re hevdîtin kir.
Fîgen Yuksekdagê piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ji bo çareseriyê ew amade ne berpirsiyariyê wergirin.
Peyama Fîgen Yuksekdagê wiha ye:
"Di vê serdana şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê de, pêşiyê ez silav, rêz û hezkirinên xwe ji raya giştî ya demokratîk, gelên me û jinan re pêşkêş dikim.
Em ji bo welat û herêma me di demeke girîng de ne. Ji her demê zêdetir pêdiviya gelên me bi aştî, edalet û demokrasiyê heye.
Di vê qonaxa dîrokî ya krîtîk de, hewldana Birêz Ocalan a ji bo pêşengiyê û pêşvebirinê gelekî bi qîmet û diyarker e.
Em li gel vê hewldana çareseriyê û îradeya wê ne. Ne girîng e em li kû derê ne.
Em dikarin li hundir, li derve yan jî xwedî nerînên cuda bin. Ev ne asteng e ku em peywira xwe ya li ser milê xwe bi cih bînin.
Em amade ne ku ji bo tevgera aştiya birûmet û çareseriya demokratîk berpirsyariya bistînin tevlî wê bibin.
Hêzên aştiyê rasterast gelên Tirkiyeyê, karker, hêzên azadiyê û jin in.
Bi taybetî ji ber vê yekê divê hemû dînamîkên civakî, biratiya gelan û aştiyê piştgiriyê bikin.
“Em dê bê dudilî fedakariyê bikin”
Em jin, di pirsa Kurdî de ji bo pêşxistina tevgera çareseriya demokratîk dê bê dudilî fedakarî û hewldanê bikin.
Em dê bi her kesê ku beşdarî vê hewldanê dibe re di nav piştgirî û hevkariyê de bin.
Daxwaza me ew e ku mercên xebata saxlem ji bo Birêz Ocalan were dabînkirin da ku ew karibe rola xwe ya wekî navenda aştî û çareseriyê bi awayekî herî bibandor bi cih bîne.
Nêzîkatiyên berbiçav û erênî dê di çareserkirina pirsgirêka dîrokî de bibin qonaxa herî diyarker.
Ez hêvî dikim ku em dê bihara gelên xwe, aştî û biratiyê bi hev re pêşwazî bikin. Li gel rêz û silavan.”
Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê, piştî serdanê li ber girtîgehê ji rojnamegeran re axivîbû.
Sirri Sureyya Onder ragihandubû ku Fîgen Yuksekdag piştgiriyê dide pêvajoyê.
Bi gotina Sirri Sureyya Onder, niha li Tirkiyeyê hinek gotinên çewt derbarê pêvajoyê tên kirin ku yek ji wan ew e ku dibêjin, dê du ala hebin, an jî dê Tirkiye parçe bibe.
Onder da zanîn ku parçebûna Tirkiye, du ala, du ziman û mijarên bi wî rengî ti carî nebûne rojeva wan.