Şandeya DEM Partiyê dê here serdana Fîgen Yuksekdagê

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê îro li Girtîgeha Kocaeliyê diçe serdana hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û  Ahmet Turk pêk tê li ser serdanên xwe yên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de berdewam in.

Biryar e Şandeya DEM Partiyê îro demjimêr 13:00an li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê biçe serdana hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê doh li Girtîgeha Edîrneyê çûbû serdana Selahattîn Demîrtaş jî.

Piştî hevdîtina li gel Fîgen Yuksekdagê tê pêşbînîkirin ku şand heftiya bê derbarê pêvajoyê de daxuyaniyeke berfireh bide çapemeniyê û zanyariyan bide raya giştî.

Piştre jî dê şandeya DEM Partiyê di demek kurt de cara duyem here serdana Îmraliyê û li gel Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan bicive.

Piştî wê jî çav dê li benda banga Ocalan a ji bo PKKyê bin.