Nêrîna aliyên siyasî ya li ser pêvajoya nû: ‘Li aliyekî aştî û li aliyekî qeyûm nabe’
Hewlêr (Rûdaw) - Ji aliyekî ve hevdîtinên Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê berdewam in, li aliyê din serokê partiyên siyasî nêrîn û bendewariyên xwe yên ji pêvajoyê tînin ziman.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li bajarê Konyayê di civîna partiya xwe de ji bo pêvajoyê bangî desthilatê kir.
“Li aliyekî aştî û li aliyekî qeyûm nabe”
Tuncer Bakirhan got, “Li aliyekî aştî û li aliyekî qeyûm nabe. Li aliyekî destê aştiyê û li aliyê din li Rojava komkujî nabe.
Divê desthilat ji dil û rijd be. Divê zimanekî rast bi kar bîne.
Bi gefxwarin û tilîhejandinê, nîşandana rêya girtîgehê û dadgehan û her roj li beramberî partiya me pêkanîna oporasyonan aştî zehmet e.
Em ji desthilatê dixwazin di navbera gelên Kurd û Tirk de ku bi hezaran salan e bi hevre dijîn aştiyê pêk bîne. Kurd ji bo aştiyê amade ne”
“Li Tirkiyê pirsgirêka Kurdan heye”
Pirsgirêka Kurdan di rojeva Serokê CHPyê Ozgur Ozel de jî bû.
Ozgur Ozel li bajarê Manîsayê parlamentoya Tirkiyeyê wekî navnîşanê çareseriyê nîşan da û got:
“Di pirsgirêka Kurdan de nêzîkatiya min ev e, li Tirkiyê pirsgirêka Kurdan heye, divê bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.
Rêya çareseriyê divê parlamento be. Lewra divê nêzîkatiyeke eşkere û ji dil hebe.”
Ji bo pêvajoya çareseriyê çav li serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Amedê bû.
Lê Erdogan di kongreya partiya xwe ya wî bajarî de jî heman peyama xwe ya "Tirkiyeke bêteror" dubare kir.
“Armanc rêxistin xwe hilweşîne û çekan radest bike”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:
“Yek armanca xebatên vê dema dawî tên meşandin heye, ew jî rêxistina terorê xwe hilweşîne, bê şert û merc çekan radest bike.
Bandora rêxistinê bi temamî ji ser siyasetê bê rakirin, ji ber guvaşên rêxistina terorê partiya siyasî ya ku nikare bibe partiya Tirkiyeyê ji bo xwe di wî warî de pêş bixe jê re derfet bên dayîn.
Li beramberî pevçûnên li navçeyê bihêzkirina çeperên navxwe û bi giştî qedandina terora ku nîv sedsal e berdewam e û binaxkirina wê ye.”
Her çiqas her aliyekî siyasî ji aliyê xwe ve bi awayekî cuda li vê pêvajoyê dinêre lê Kurd di nav hestekî dudil de ne.
Gelo ev pêvajoya hatiye destpêkirin dê bibe pêvajoyeke çareseriya pirsgirêkan Kurd an jî dê wekî pêvajoya berê bê encam bimîne.