Erdogan li dijî Kiliçdaroglu doz vekir û 134 hezar dolar qerebû xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Bi tometa sivikatîkirina bi Serokkomarê Tirkiyê, parêzerên Erdogan dozeke yasayî li dijî Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu tomar kirin û daxwaz dikin ku Kiliçdaroglu milyonek lîre ango 134 hezar dolar weke cezayê madî bide.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di gotarekî xwe de gotibû, ku “Erdogan tenê bi nav serokomar e” û li ser vê axaftina Kiliçdaroglu parêzerên Erdogan doz li dijî Kiliçdaroglu vekirine.

Parêzerên Erdogan di doznameyê de diyar kirine, ku Kiliçdaroglu sivikatî bi Serokkomarê Tirkiyê kiriye û daxwaz kirine ku Kiliçdaroglu bi qasî milyonek lîre, ango 134 hezar dolar cezayê madî bide.

Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, tenê di sala 2019an de bi tometa sivikatîkirina bi Erdogan, lêkolîn li gel 36 hezar û 66 kesan hatiye kirin û ji wê hejmarê jî 12 hezar û 298 kes hatine dadgehîkirin û 3 hezar û 831 kes jî hatine cezakirin.

Li gorî heman amaran di sala 2014 de 40 kes, di sala 2015 de 238 kes, sala 2016 884 kes, sala 2017 2 hezar û 99 kes, sala 2018 2 hezar û 462 kes û sala 2019an jî 3 hezar û 831 kesan ji bo dema 4 salan cezayê zindanê bi heman tometê wergirtine. Her di vê çarçoveyê de, di dema Serokkomariya Erdogan de 9 hezar û 554 kes hatine zindanîkirin.

Yekîtiya Sendîkayên Parêzerên Tirkiyê di destpêka îsal de amarên çar salên sizadana xelkê yên bi tometa sivikatîkirina bi Erdogan belav kiribû û diyar kiribû, zêdetirî 125 hezar kes hatine sizadan.