Fahrettin Koca: 6 pêketiyên Omicronê li Tirkiyê hatin tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrî Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku li Tirkiyê 6 pêketiyên virûsa guherî ya  corê Omicron a Coronayê hatine tomarkirin. Li gor ku Koca dibêje yek ji wan pêketiyan li Stenbolê û 5 ji wan jî li Îzmîrê hatine tomarkirin.

Wezîrî Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca roja Şemiyê 11ê Kanûna 2021ê di gotûbêjên li ser budçeya Wezareta Tendirustiyê bo sala 2022ê de li parlamentoya Tirkiyê ragihand ku li wî welatî 6 pêketiyên virûsa guherî ya  corê Omicron a Coronayê hatine tomarkirin.

Fahrettin Koca got: “Guheriya Omîcron li cem heye. Heta niha 6 pêketî hatine tomarkirin, 5 ji wan li Îzmîrê û 1 ji wan jî li Stenbolê hatiye tomarkirin. Ew nexweşin ku diyardeyên wan sivik in ku li ser piyan rewşa wan tê şopandin û ti pirsgirêka wan tine ye.”

Koca herwiha tekez kir ku derbarê virûsa Omicronê bila nîgeraniya welatiyên nebe û got: “Bilez tê veguhastin, lê em di wê bawerê de ne, ku dibe  bandora wê bi diyardeyên pêş kêmtir be. Tişta divê welatiyên me bikin, ew e ku wek heta niha di tedbîrên xwe de  berdewam bin.”

Tomarkirina 6 pêketiyên Guheriya Omicron li Tirkiyê di demekê de ye Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) ragihand ku Omicrona core nû yê Coronayê li 57 welatan belav bûye û daxwaz ji welatan kir ku hewl bidin rê li ber belavbûna wê bigrin.

Roja Çarşemê 8ê Kanûna 2021ê  Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî Tedros Adhanom li Cenevê ragihand ku ya girîng çavdêriya rewşê bê kirin daku bizanin Omicron ji Delta bihêztir e yan na.

Ev jî di demekê de ye ku berî niha  Rawêjkarê Pizîşkî yê Serokê Amerîkayê Dr. Anthony Fauci ji medyayê re gotibû, Omicron ji Deltayê ne metirsîdartir e ku niha %99.9ê pêketiyên Coronayê li Amerîkayê hilgirê vîrûsa Deltayê ne.

Hevdem roja Çarşembê Kompanyaya Pfizer a berhemhênera vaksîna Coronayê da zanîn ku vaksîna wan a bihêzker dikare berevaniyê li dijî Omicronê çêbike, herçiqas bandora du dozên yekem ên vaksînê kêmtir hebe.

Kompanya Moderna û kompanyayên din ên berhemhênerê vaksînê jî kar li ser wê yekê dikin ka heta çi qastekî vaksîn dikarin berevaniyê li dijî Omicronê çêbikin. Zanayên warê vîrûszanî jî ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin ka Omicron li wan welatan belav bûye ku rêjeyeke baş a welatiyên wan vaksîn wergirtine.