Erdogan: Deriyê me ji ÎYÎ Partiyê re vekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku deriyê hevpeymaniya Cumhur ji bo hilbijartinên şaredariyan ên sala bê ji ÎYÎ Partiyê re vekiriye.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan ên Adara 2024an ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê avakirina hevpeymaniyên nû di rojevê de ye.

ÎYÎ Partî ya ku di hilbijartinên giştî yên Gulanê de di bin banê Hevpeymaniya Milet de bû, ji bo hilbijartinên bê hevpeymaniyê nake.

Wê partiyê biryar daye ku li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berbijêrên xwe nîşan bide.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna grûpa partiya xwe de bêyî ku nav bide ragihand ku deriyê Hevpeymaniya Cumhur ji hemû aliyên ku dixwazin beşdar bibin re vekiriye.

Erdogan piştî civînê li ser pirsa “banga we ji bo ÎYÎ Partiyê bû?” got:

“Ji her kesê ku dixwaze beşdar bibe re deriyê me vekiriye.

Ji bo ÎYÎ Partiyê jî. Beşdariyeke çiqas bihêz bibe ji bo berjewendiya welatê me dê ewqasî bixêr be.”

“Bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibin”

Bersiva ÎYÎ Partiyê ya ji bo banga Erdogan nerênî bû, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener piştî banga Serokkomarê Tirkiyeyê li ser hesabê xwe ya tora civakî peyamek belav kir û got:

“Dijberiya ku siyaseta hevpeymaniyê kûr kiriye zererê dide welatê me. Birêz Erdogan werin hûn jî weke me li 81 bajaran bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Bila siyaseta Tirkî asayî bibe û miletê me qezenc bike.”