Li Tirkiyê alozî li ser dengderên biyanî derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinan re nakokî û aloziya di navbera aliyên hikûmet û opozisyonê de kûrtir dibin. Mijara dengderên biyanî yên ku bûne welatiyên Tirkiyê rojava sereke ya siyaseta Tirkiyê ye. Serokê CHP jî li ser vê mijarê gotibû, hinek zanyarî di destê wan de hene ku di destê Komîsyona Hilbijartinê de jî nînin û desthilat bi wê yekê tometbar kir ku ji bo dengan nasnameya Tirkiyê bi erzanî û hêsanî dide biyaniyan. Lê aliyê desthilatê jî van tometan red dike. Ji xwe hebûna hejmareke zêde ya penaberan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ev demek e di rojevê de ye, lê diyar e ku ev mesele bi nêzîkbûna hilbijartinan dê germtir û aloztir bibe.

Li Tirkiyê beşdarbûna biyaniyan ya hilbijartinan bûye mijara nîqaşê û bi nêzîkbûna dema hilbijartinan li Tirkiyê rikeberiya navbera opozîsyon û desthilatê zêdetir dibe. Beşdarbûna biyaniyên ku nasnameya Tirkiyê wergirtine di dengdanê de bûye mijara nîqaşê.

Serokê CHPê ku partiya herî mezin a opozîsyona Tirkiyê ye, ji niha ve desthilatê bi sextekariyê tohmetbar dike û dibêje bi pereyekî kêm nasnameya Tirkiyê dane kesên biyanî, desthilat jî tohmetan red dike û wî bi kirina tawanê tohmetbar dikin.

Serokwekîlê Grupa AKPê Yilmaz Tunç li ser wergirtina zanyariyên li ser welatiyan got, “Zanyariyên kesan bi destûr û yasaya cezayê ya Tirkiyê de tên parastin. Gihîştina zanyariyên hemwelatiyan an jî yên biyaniyên nîştecihên Tirkiyê û ji cihekî wergirtina van zanyariyan bi navnîşanan, dijî yasayê ye.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu beriya çend rojan di hevpeyvînekê de gef li Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê xwar û got, “Ew zanyariyên dengdêran yên di destên me de ligel Desteya Bilind ya Hilbijartinê nînin. Hemû dengdêrên ku dê yekem car dê deng bidin bi mal û navnîşan em dizanin. Cihên ji dayikbûna wan jî. Em hemû ew kesên li Sûriyê li Afxanistanê ji dayik bûne dizanin. Em bi vî awayî dikarin bizanibin bo kê nasname hatiye dayîn. Em dizanin çend biyanî deng didin, hejmareke zêde wek 400-500 hezar kes nîne.”

Gotinên Kiliçdaroglu Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê aciz kir. Soylu gef li Kiliçdaroglu xwar û li Twîtterê daxuyaniya wezaretê belav kir ku tê de tê gotin: “Divê Birêz Serokê CHPê Kiliçdaroglu eşkere bike da ew zanyarî çawa bidestxistine. Eger nebe ji ber pêdana zanyariyên kesan bi neyasayî dê wezareta me gilî li ser wî tomar bike.”

Li gor amarên fermî yên 18ê Gulana îsal bi penaxwazên Sûriye ve hejmara ew biyaniyên li Tirkiyê bi fermî hatine tomarkirin zêdetirî 5 milyon û 500 hezar kes in.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di 31ê Adara îsal de ragihandibû 3 milyon û 700 hezar penaxwazên Sûrî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn. Di 11 salên borî de bo 210 hezar Sûrî nasnameya Tirkiyê hatiye dayîn ku 113 hezar û 654 kes ji wan mafên wan heye deng bidin.