Erdogan û Paşinyan peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, di peywendiya telefonê de Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan Cejna Qurbanê ya pîroz kir.

Hat ragihandin ku herdu serokan, ji bo piştevaniya hêzdarkirina aşitî û aramiya herêmê, tekezî li pêvajoya normalîzebûna di navbera Tirkiye û Ermenistanê de kirin.

Erdogan û Paşinyan di vê çarçoveyê de, hêviyên xwe anîn ziman ku ew gavên di hevdîtina 1ê Tîrmehê ya nûnerên taybet de, li ser li hev kirine, di demeke nêz de werin cîbicîkirin.