Babacan piştgirî da 'Dayikên Şemiyê'

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Alî Babacan, piştgiriya xwe ji ‘Dayikên Şemiyê’ re ragihand ku sibe dê werin dadgehkirin.

Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995an ve her roja Şemiyê ji bo zarokên xwe yên kuştî û wendabûyî ku kiryar nediyarin li ‘Qada Galatasarayê’ ya Stenbolê çalakiyan dikin sibe têne dadgehkirin.

Alî Babacan li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku; mafê dayikan e ku çarenûsa zarokên xwe bipirsin.

Babacan got ku: “Dayikên Şemiyê bi salane li zarokên xwe yên di bin desteserkirinê de hatine wendakirin digerin. Dewlet li şûna ku pêwîst e zarokên wan bibîne, kesên xwedî êş mehkeme dike. Erka dewletê ew e ku hesêb bide dayikên xwedî êş ku li zarokên xwe digerin, ne ku ji wan hesêb bipirse.”

Dayikên Şemiyê 3 sal berê di çalakiya xwe ya 700emîn de rastî êrîşî polîsan hatibûn û 46 ji wan hatibûn desteserkirin û paşê hatibûn berdan.

Di derbarê 46 Dayikên Şemiyê de bi tometa “Civîn û meşa ne yasayî” doz hate vekirin ku ji bo her yekê ji 6 mehan heta 3 salan cezaya zîndanîkirinê tê xwestin.