Meral Daniş Beştaş di encama bûyerekê de birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê li parlamentoyê di derenceyan de ket û birîndar bû.

Wekîla Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş duh li parlamentoya Tirkiyê di derenceyan de ket û birîndar bû.

Li gor zanyariyan Meral Daniş Beştaş, parlamentera HDPê ya Sêrtê û Wekîla Serokê Fraksiyona wê partiyê li parlamentoyê, li ber deriyê ragihandinê yê avahiya sereke li parlamentoyê di derenceyan de ket xwarê.

Her li gor zanyariyan, Meral Daniş Beştaş di encama bûyerê de birîndar bû û midaxeleya yekem ji aliyê parlamenteran ve hat kirin.

Piştre Beştaş ji aliyê tîmên tendirustiyê yên parlamentoyê ve bo nexweşaneyê hat veguhastin.

Li gor zanyariyan di encama bûyerê de zenda destê wê yê çepê şikestiye.

Herwiha piştî wergirtina çareseriyê, ew parlamentera HDPê ya Sêrtê ji nexweşxaneyê hat derxistin.