Ji 3 partiyên Kurdistanê pêngava hevgirtinê

Enqere (Rûdaw) – Biryar bû îro Partiya Demokrata Kûrdistanê (PDK) bi fermî serlêdana li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bide û bi fermî dest bi karê xwe bike.

 

PDK, ku piştî hewlên nêzikî salekê, li ser lihevkirina PDK-Bakur, Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiyê (PDK- T) û çend aliyên din yên siyasî, ku aliyek jî Partiya Welatparêzên Demokrat e, hate ava kirin, biryar bû îro daxwaznameya xwe pêşkeşî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bike.

 

Lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi hênceta bername û çalakiyên bîranîna hewldana darbeya 15ê Tîrmehê û zêdebûna kar, ji PDKê daxwaz kir, ku rojekî din daxwazxanemaya xwe radestî wezaretê bike.

 

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak ji Rûdawê re got: "Ti pirsgirêk û arîşe nîne, tenê ji ber ku li wezaretê îro kar gellek bûye, rayedarên wezaretê dem nebûye, ku mijûlê meselê bibin, em vegerandin."

 

Bucak herwiha got, ku ew dê roja 12ê mehê, anku roja Çarşemê carekî din serî li wezaretê bidin.

 

Herçend PDKê biyar dabû, ku beriya serlêdana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê civîneke çapemeniyê lidarbixe, lê civîn hate betal kirin.

 

Derbarê betalkirina civînê de çavkaniyên taybet ji Rudawê re eşkere kirin, ku dibe hê jî nakokiyên di navbera aliyan de çareser nebibin û lewma civîn hatibe betal kirin.

 

Ji aliyê din ve, PDKê bernameya xwe amade kiriye. Nêzîkî 240 endamên damezrîner di navbera pêkhateyên partiyê de hatine dabeş kirin.

 

PDK di bernameya xwe bi giştî behsa mafên netewî yên kurd dike û dibêje; "PDK ji bo xwe erk dizane, ku mafên netewî yê kurdan û mafên rewa yên hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê biparêze.”

 

Di heman demê PDK bi hemahengî li gel hêzên Rojhilat, Rojava û Başurê Kurdistanê kar û çalakiyên legal, siyasî ji bo mafên kurdan dimeşîne û piştgiriya giştpirsiya Başurê kurdistanê jî weke erkekî niştimanî dizane."