Rewşa xwendekarên Rojava li Dîlokê



Dîlok (Rûdaw) - Gellek ji xwendekarên Rojavayê Kurdistanê qonaxa masterê ya xwendina bilind li zanîngeha bajarê Dîlokê yê Bakûrê Kurdistanê dixwînin.her yek ji wan xwendekaran bi rewşeke taybet hatiye zanîngehê ku hin ji wan li Sûriyê dixwendin û neçar bûn ku derkevin derve xwendina xwe berdewam bikin,ew dibêjin ku astengiya herî mezin di pêşiya wan de astengiya zimên bû û ti carî  fayde ji biryara Hikûmeta Tikriyê ya derbarê hêsankirina xwendina sûriyan li zanîngehên Tirkiyê nedîtin û bi peran li zanîngehan dixwînin.


Xwendekarên Rojava li her derekê belav bûne û astengiyên wan bidawî nayên,hinek ji wan xwendekaran li Hewlêrê xwendine lê ji ber zehmetbûna mercên xwendina masterê ji biyaniyan re wan berê xwe dane Tirkiyê.


Ji ber wan zehmetiyan êdî xwendekar dibêjin ku paşeroja wan nediyar dibe ku ew dê nizanibin wê çibikin piştî masterê, ew dê li Tirkiyê bimînin yan  vegerin Hewlêrê yan vegerin Rojava,ku her biryarek ji yekê zehmetir e......