Tulay Hatîmogullari: Bi rêya qeyûman dest datînin ser çavkaniyên gel

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li koma parlamentoya xwe de got, “Ew bi rêya qeyûman dest datînin ser çavkaniyên madî yên gel.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçeli îro di civîna koma MHPyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de got:

“Qeyûmdanîna ser Şaredariya Colemêrgê yasayî ye û li dijî derketina qeyûm ne demokrasî ye.”

Bahçelî ji ber danîna qeyûm ser Şaredariya Colemêrgê,  Wezîrê Karê Nawxe yê Tirkiyeyê pîroz kir.

Tulay Hatêmogullariyê jî di civîna Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê de bersiva Bahçelî da û ragihand:

“Bahçelî heta dijûna li DEM Partiyê, li gelê Kurd, li hêzên demokratîk ên vî welatî, li çepgir û şoreşgeran neke nikare bisekine.”

“Bahçelî demagojiyê dike”

Hatîmogullariyê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku MHP nikare behsa demokrasiyê bike û wiha got:

“Bi danîna qeyûm hem îradeya me ya siyasî bin pê dikin û di heman demê de dest datînin ser çavkaniyên madî yên şaredariyê.

Çete diçin li hinek cihan dest datînin ser sermayeya xelkê û şerê hevdû dikin.

Ev jî dest datînin ser çavkaniyên madî yên gelê me, Şaredariya Colemêrgê û gelê Colemêrgê.

Bahçelî heta dijûna li DEM Partiyê, li gelê Kurd, li hêzên demokratîk ên vî welatî, li çepgir û şoreşgeran neke nikare bisekine.

Axavtineke wî ya ku dijûn û heqaretan neke nîne. Ew ziman û şêwaz ne hêjayî vê kursiyê ye. Ji bo qeyûm dibêje yasayî ye.

Li ser navê demokrasiyê demagojiyê dike û dixwaze dersa demokrasiyê bide.”