STENBOL – 8 otomobîl hatin şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê kesekî 8 otomobîl şewitandin û êgir girt dikanekê jî.

Bûyerê îro derdora saet 02:00yan rû da û dîmenên wan kêliyan bi kamerayên telefonan hatin qeydkirin.

Di dîmenan de xuya dibe, kesekî ku heta niha nasnameya wî ne diyar e tiştekî rohn bi ser otomobîlan de dirijîne û yeko yeko agir berdide wan.

Ew kes bi vî awayî 8 otomobîlan dişewtînê û agir paşê dikanekê jî dide ber xwe.

Piştî ku agahî hat dayîn tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan agir vemirand.

Hat ragihandin ku di bûyerê de kes birîndar nebûye.

Li hêla din, polîsan ji bo tesbîtkirina nasnameya wî kesî dest bi lêkolînê kir.