Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 20 parêzgehan hişyariya lehiyê da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihandiye ku îro Yekşemê li 20 parêzgehan baraneke zêde dibare û egera lehiyê heye.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Yekşemê 11ê Hezîrana 2023an li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran dibare û li 20 parêzgehan metirsiya rabûna lehiyê heye.

Herwiha ji bo parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Enqere, Kırşehir, Kırıkkale, Kayseri, Çankırı, Konya, Karaman, Aksaray, Yozgat, Nevşehir, Niğde, Tokat, Amasya, Çorum, Afyonkarahisar, Burdur, Isparta, Antalya û Kastamonu hişyariya lehiyê hatiye dayîn ku divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Tê texmînkirin ku li çend herêmên Tirkiyê pileya germê 3 heta 5 pileyan dakeve lê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê di navbera 4 heta 6 pileyan de zêde bibe.