Muharrem Înce ji berbijêriya Serokomariyê vekişiya

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê Serokomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce xwe ji berbijêriya serokkomariya Tirkiyê vekişand.

Berbijêrê Serokomariyê Muharem Înce ligel karbidestên xwe civiyabû û di wê civînê de piraniya karbidestên wî biryara vekişîna ji berijêriyê dabûn.

Muharrem Înce di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji berbijêriyê serokomariyê vedikişe.

Înce got: “Zêdeyî 40 salan ez xizmeta siyasetê dikim. Tişta ku min di van 45 rojên dawî de dîtiye, di 45 salên dawî de nedîtiye. Belge, dekont û videoyên sexte... Ew ji malperek porno ya Îsraîlî werdigirin û wêneyê min lê dixe. Endamên FETO vê yekê dikin.

Ne polîs, ne dozger li ser vê yekê lêkolînê nakin. Tu rojnamevan jî vê nanivîse. Kesên dinivîse wekî ku xizmetê ji endamên FETO re bike dinivîse. Dibêje `nepeniya taybet a jiyanê`. Ev ne jiyana taybet e, lê ne bêbextî ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê îtîbara min neparastiye.”

Înce diyar kir ku wî biryar daye ji berbijêriya Serokomariyê vekişe û got: “Çend endamên FETO yên reviyayî hene hemû êrîşî min dikin. Min her roj şerê wan kir. Em roja Yekşemê diçin ser sindoqan. Partiya Memleket ji bo Tirkiyê girîng e. Divê em di wê parlamentoyê de hebin. Divê Ataturkparêz  di wê parlamentoyê de bin. Sîgorta Tirkiyê Partiya Memleket e.

Ez berbijêriya xwe vedikişînim. Ez ji bo welatê xwe vî karî dikim. Min bijardeya sêyemîn pêşkêşî Tirkiyê kir. Min got, Hevpeymaniya Milet û ne jî Hevpeymaniya Cumhur. Min got, ne ji rast û ne jî ji çep, riya Ataturk bişopînin. Min hewl da ku kanalek vekim, lê me nekarî.”