Li Enqerê 20 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Enqerê ya paytexta Tirkiyê di oparasyoneke hemwext de polîsan bi ser 23 malan de girtin û bi hinceta alîkariya PKK, PYD û YPGê 20 kesên ku tê gotin biyanî ne hatin desteserkirin. Lê welat û nasnameya wan nehatiye diyarkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda girtin û desteserkirina siyasetmedarên Kurd, rojnamevan, çalakvanên sivîl, û hunermend û alîgir û berpirsên HDPê berdewam e.

Li gor agahiyan, îro 11ê Gulanê li Enqerê polîsan hemwext bi ser 23 malan de girtine û bi hinceta ‘berê di nav PYD û YPGê de kar kirine û ji bo PKKê karê rêxistinê kirine’ ji 23 kesên ku biryara desteserkirina wan heye, 20 kesên ku tê gotin biyanî ne desteser kirin.

Kesên desteserkirî bo Navenda Ewlekariyê ya Enqere hatin birin û piştî rêkar û lêpirsînên derbarê wan de bo bên dersînorkirin dê radestî Rêvebriya Koçê ya Bajêr bên kirin.

Lêgerîna bo 3 kesên din jî berdewam e. Lê nehatiye diyarkirin ka kesên hatine desteserkirin xelkê çi welatekî ne.