Li Mereş û Deryaya Spî erdhej

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadiroglu ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê û li Deryaya Spî, îro 11ê Nîsanê du erdhej çêbûn.

Li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê bi sedan erdhejên nû çêbûne.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Dulkadiroglu ya Mereşê, 11ê Nîsanê demjimêr 01:45 deqe bi hêza 4 pile û di kûrahiya 7.18 kîlometreyan de erdhejek çêbûye.

Herwiha li Deryaya Spî li nêzîkê Girava Giritê jî erdhejek çêbû.

 AFADê ragihand ku li Deryaya Spî li nêzîkê Girava Giritê demjimêr 01:35 deq bi hêza 4.2 pile û di kûrahiya 7.23 kîlometreyan de erdhejek çêbûye.

Li gor AFADê navenda erdhejê ji navçeya Datçayê ya Muglayê 240 kîlometreyan dûr bûye.