Berdevkê HDPê: YSKê kemîn li ber me danî

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) a ji wan berbijêrên biserketî re ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibûn dûrxistin, belgename neyê dayîn, ragihand ku YSKê kemîn li ber wan daye.

 

Berdevkê HDPê Saruhan Oluç li Enqerê derbarê vê biyara Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê de civîneke rojnamevanî saz kir û ragihand ku kemîn li ber wan hatiye danîn.

 

Saruhan Oluç wiha got: “Weke hûn dizanîn Desteya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku ew dê berbijêrên ku berê ji ber Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hatibûn dûrxistin, belgenameyan nedin wan û li şûna wê bidin kesên hilbijartin wenda kirine.”

 

Oluç biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê wek komployekê pênase kir û wiha pê de çû: “Bi zelalî diyar e ku Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê perçeyek ji komploya siyasî hevpeyamaniya MHP û AKPê. Mixabin YSKê li ber me kemîn daniye. Mixabin em dibin şahîd ku niha dadger jî kemînan danin. YSK dikarî berî pêvajoya serlêdana namzedan em serlêdana berbijêrên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji kart hatine derxistin qebûl nakin. Lê ev yek nekir.”

 

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) duh Çarşemê (10.04.2019) biryar da ku ji wan berbijêrên di hilbijartinên 31ê Adarê de biserketî re ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibûn dûrxistin, belgename neyê dayîn.

 

Berbijêra HDPê ya ji bo Şaredariya Sêrtê Bêrîvan Helen, berbijêrê navçeya Rezan (Baglar) a Amedê Zeyad Ceylan, berbijêrê nahiyeya Dagpinar a navçeya Dîgor a Qersê Abubekir Erkmen, berbijêrê navçeya Tuşba ya Wanê Yilmaz Berki, li navçeya Edremîtê Gulcan Kaçmaz û li Bêgirê Leyla Atsak bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hatine dûrxistin.