CHP: Erdogan heqaret li hevsera xwe kir

Enqere (Rûdaw/Ajans) – Beşa çapemeniyê ya CHP'ê li ser daxuyaniya serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a li Sêrtê daxuyaniyek da û diyar kir ku Erdogan heqaret li hevsera xwe kiriye.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê di merasîmekê de axivîbû û wiha gotibû: "Ger min cûdahî kiriban, çima ligel keçeke ji Sêrtê bizewicim, ez ne dizewicîm."

Cîgirê serokê giştî yê CHP'ê Ednan Keskîn li ser vê daxuyaniya Erdogan nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Erdogan hem bi mantiqê min ji saziya zewacê wergirt û da, wekî tîcaretê lê kiriye; hem jî di warê zewacê de îradeya xwe pêşde biriye. Herwiha Erdogan îradeya hevsera xwe ji nedîtîve aniye û heqaret li xanima Emîne Erdogan (Hevseroka serokwezîrê Tirkiyê) kiriye."