Serokê CHPyê: Mafê her partiyekê ye ku namzedê xwe diyar bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel derbarê gotinên Erdogan yên li ser diyarkirina namzedê DEM Partiyê got, “Diyarkirina berbijêran mafê herî demokratîk ê her partiyekê ye.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel îro di salvegera wefatkirina serokê berê yê CHPyê Deniz Baykal de li Enqereyê çû serdana goristanê wî û li wê derê bersiva pirsên rojnamegeran da.

Ozel li ser pirsa girêdayî nîşandana namzedên DEM Partiyê yên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê got, mafê her partiyekê ye namzedê xwe diyar bike.

"Sedema hebûna wan e"

Ozgur Ozel diyar kir ku DEM Partî pêvajoya xwe bi rê ve dibe û got:

“Derxistina namzedan mafê herî demokratîk ê her partiyekê ye.

Sedema hebûna wan e. Em têkil nabin kî berbijêr derdixe yan dernaxe.”