Derbarê Umît Ozdag de lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li ser gilîdarbûnê ji ber sûcê îftirayê derbarê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag de lêpirsîn da destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Rihayê A.B. tevî parêzerê xwe li Midûriyeta Giştî ya Rihayê ji Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdagê gilîdar bûye.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li ser gilîdarbûnê ji ber sûcê îftirayê derbarê Ozdag de ku di heman demê deparlamenterê Stenbolê ye,  lêpirsîn da destpêkirin.

Ji ber ku Ozdag parlamenter e dê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê lêprsînê bidomîne.