Protestoyên ji bo Şaredariya Akdenîzê berdewam in
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, ji doh ve derdora Şaredariya Akdenizê ya Mêrsînê dor pêç kiriye û nahêlin kes nêzîk bibe.
Heya niha jî dorpêça li ser şaredariyê berdewam dike lê hîna biryara danîna qeyûm derneketiye.
Hevserokên Şaredariyê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û hinek endamên meclîsê hîna girtî ne û nebirine dadgehê.
Ji doh ve hejmareke alîgir û endamên DEM Partiyê yên li navçeya Akdenîzê ya Mersînê li pêşiya şaredariyê kom bûne û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Alîgireka DEM Partiyê got ku ew fêm nakin, li aliyekî civîn û danûstandinên çareseriyê têne kirin, li aliyê din jî girtin û qeyûm berdewam dikin.
Divê were gotin ku Şaredariya Akdenîzê di destê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê de (DEM Partî) ye.