Reşnivîsa Ocalan hat pejirandin
Navenda Nûçeyan- Şanda Îmraliyê ji Qendîlê vegeriya û got, rayedarên KCKê, pêşnûmeya Abdullah Ocalan a li ser çawaniya destpêkirina muzakereyan nivîsandî ya bi navê “Reşnivîsa Pêvajoya Aştiyê û Gotûbêjên Demokratîk” qebûl kirin.
Şanda Îmraliyê ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan re civiyabû û pişt re çûbû qendîlê vegeriya.
Şanda Îmraliyê da xuyakirin ku rayedarên KCKê diyar kirine rêşnivîsa Ocalan gihîştiyê destê wan û nîqaş kirine û gotine, "Me rêşnivîs qebûl kir. Li pêşiya me zêde dem nîne, divê gotêbêj bên destpêkirin.”
Şandê anî ziman ku bi rayedarên KCKê re 5 saetan hevdîtin pêk anîne got, "Diyar kirin ku rêşnivîsê qebûl dikin. Ez dikarim bêjim, gotin ku ev rêşnivîseke mukemel e, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ev qebûl kirine.”
Şandê diyar kir rayedarên KCKê hişyariya ku divê hikûmet li gor wextê bi awayekî vê rêşnivîsê cidî nêz bibe û wiha got: "Diyar kirin ku li pêşiya me zêde dem nemaye, divê hikûmet bilez vê rêşnivîsê qebûl bike û derbasî gotêbejan bibe.”
Şandê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Di civînê de bi taybet girîngiya heyeta şopandinê hat gotûbêjkirin. Destnîşan kirin ku eger mirov bûyer demên dawî jî bigire dest, tê dîtin ku pêwîst e desteyeke şopandinê bilez bê avakirin û pêwîst e ev desteya şopandinê raye bigire.”
Şandê xuyakir ku rayedarên KCKê ji destpêkê ve li dijî çêkirina qereqolan e, wiha got, "Ji ber armanca qereqolan ev e ku jiyana civakê ji holê radike. Di heman demê de bi armanca ku Kurdistanê veguherînin qişleyeke leşkerî tên avakirin. Diyar kirin ku pêwîst e, çêkirina qereqol, HES û bendavan bên rawestandin.”