Ligel osmanî dersa kurdî jî pêşniyar kiriye

 

Enqere (Rûdaw)- Serokê Sendîkaya Perwerdekarên a Demokratik (DES) Gurkan Avcî got ku ji bo kurdî bibe zimanê perwedeyê pêşniyarî danê lê nehatiye pesendkirin.

Avci yê ku ji bo zimanê osmanî bibe dersa bijate pêşniyar dayî, ji Rûdawê re ragihand ku wan ji bo kurdî bibe zimanê perwedeyê jî pêşniyarî dane lê ew daxwaza wan nehatiyê pesendkirin.

Avcî diyar kir ku ew sîstemek demokratîk a perwedeyê diparêzin û wiha got, “Biryarên desteya amojkariyê weke pêşniyar e lê girîng in. Divê siyasetmedar ne bi nêrînên xwe yên siyasî li mijara perwerdeyê binerin.”

Serokê Giştî yê Komeleya Mazlum-Derê Faruk Unsal jî got hikûmet li gorî îdeolojiya xwe biryara dersa osmanî da û wiha domand:

“Her çi qasî dersa osmanî mijara perwerdeyê jî be, lê îdolojiya AK Partiyê jî wê di vê mijarê de bi bandor e. Em dixwazin bi hemû zimanan perwerde bê dayîn. Lê ji ber ku ramanên hikûmeta niha nêzîkî Osmaniyan e û berdewamiya wê dixwaze ev biryar siyasî ye jî.”