Erdogan gefa êrişê xwar: Em dê temam bikin!
Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan got, "Bi saya Xwedê em dê di serdema pêşiya me de li seranserê sînorên xwe wan xelekên kêm ên herêma ewle temam bikin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê di merasîma salvegera 86an a mirina Mustafa Kemal Ataturk de axivî.
Erdogan behsa êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê kir û îşareta ku dê êrişên nû werin kirin da.
Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hewl tê dayîn welatê wan bê dorpêçkirin û got:
“Me hewla dopêçkirina sînorên xwe ya ji başûr ve bi rêya harekat û herêmên ewle bi rêjeyeke baş têk bir.
Bi saya Xwedê em dê di serdema pêşiya me de li seranserê sînorên xwe wan xelekên kêm ên herêma ewle temam bikin.
Em dê îrtibata terorê ya bi sînorên xwe re ji binî qut bikin.”
Erdogan îdia kir ku “emperyalîst dixwazin bi rêya rêxistinên terorê” rêya wan a siyasî û aborî diyar bikin û got:
“Em dê operasyonên xwe bidomînin û hemû derfet, amûr û îmkanên di bin destê xwe de heta bi dawiyê bi kar bînin.”
23 Çiriya Pêşîn li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.
Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.
Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kahreba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê, firin û navendên tenduristiyê kir.
Li gorî amarên Rêveriya Xweser, di êrişên Tirkiyeyê 17 kesan canê xwe ji dest da û 65 kes birîndar bûn ku piraniya wan sivîl bûn.