Rewşa girtiyan roj bi roj xirabtir dibe: ‘Ez wekî masiyekî ku ji avê derketiye me’
Stenbol (Rûdaw) - Rewşa girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam di rojevê de ye.
Di çend salên dawî de bi hezaran girtiyên ku cezayên xwe temam kirine ji ber sedemên cuda bi cezayê disîplînê tên cezakirin û rêya berdanê li ber wan tê girtin.
Li gorî raporeke DEM Partiyê hejmara girtiyên ku divê werin berdan ji 8 hezar kesî derbas bûye.
Alî Şenê ku xelkê Dêrsimê ye hesta xwe ya niha wekî ‘masiyekî ji avê derketî’ rave dike.
Wî tam 31 salên xwe di girtîgehan de, di nava çar dîwaran de derbas kir û beriya meh û nîvekê hat berdan.
Ew niha hewl dide ji nû ve li jiyanê vegere lê nexweşiyan nehîştiye ew biçe Dêrsimê jî.
Alî Şenê ku 31 salan di girtîgehê de ma got:
“Ez sala 1993yan hatim girtin û piştî darazeke nêzikî 10 salan, cezayê heta hetayê li min hat birîn.
Ez di 33 saliya xwe de hatim girtin û niha 61 salî me. Niha ez wekî masiyekî ku ji avê derketiye me.
Dema ez derketim elimîna derve zehmet bû.
Ez her diricifîm, çavê min tarî dibûn û meş bi min zehmet dihat.
Bi taybetî dengan ez gelekî aciz dikirim. Te digot qey bi şûjinekê serê min qul dikin.”
Alî Şen dema hatiye girtin kurê wî 10 mehî û dema derketiye jî 31 salî bûye.
Bi tometa endamtiya rêxistinê hatiye girtin û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn.
Li gorî qanûnan diviyabû ew 30 salî di zindanê de bimîne lê salekê berdana wî hat ragirtin.
Sedema derengketina berdana wî ew e ku Komîsyona Çavdêriyê ya Girtîgehan qeneat pê kiriye ku ew hîn islah nebûye.
“Poşmanî li me dihat ferzkirin”
Alî Şen li ser biryarê anî ziman:
“Bi taybetî poşmanî li me dihat ferzkirin. Te xicil dikin, hewl didin kesayetiya te û nasnameya te ya siyasî teslîm bigirin.
Guvaş û ferzkirinên bi vî rengî gelekî berbelav bûne. Ne tenê li girtîgeha ku ez lê dimam hema bêje li hemû girtîgehan rewş wiha ye.”
Li gorî raporeke ku DEM Partiyê li ser amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê amade kiriye niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 hezar û 521 girtî hene ku ceza temam kirine lê nayên berdan.
Ji wan hezar û 517 kes girtiyên nexweş in û 651ê wan jî bi nexweşiyên giran re rûbirû ne û roj bi roj nêzîkî mirinê dibin.
Komîsyona Çavdêriyê ya Girtîgehan dema ew cezayê xwe temam dikin raporekê amade dike û li gorî wê girtî yan tên berdan yan jî berdana wan tê bipaşxistin.
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yoleriyê da zanîn:
“Em îro behsa wan girtiyan dikin ji ber ku nayên berdan yan dimirin û yan jî êdî dermankirin bi kêr nayê.
Ji ber wê jî bernedana girtiyên nexweş dibe sedema binpêkirina mafê wan ê jiyanê jî.
Ew rewş bi taybetî ji bo girtiyên siyasî dibe sedema encamên girantir.”
Li gorî raporên ku ÎHDyê û saziyên din amade dikin nêzîkî temamê wan girtiyên ku nayên berdan siyasî ne û beşeke zêde ya wan jî Kurd in.
Saziyên mafên mirovan balê dikişînin ser wê yekê ku Komîsyon bi awayekî kêfî tevdigere û ew jî dike ku bi hezaran girtî werin mexdûrkirin û tablo jî her ku diçe girantir dibe.