Li Stenbolê otobusa rêwiyan qulibî: 2 mirî, 15 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenlerê ya parêzgeha Stenbolê otobuseke rêwiyan wergeriya û di encamê de 2 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Serê sibehê li ser rêya Otogara Esenlerê otobuseke rêwiyan qulibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de 2 rêwî mirin û 15 rêwî jî birîndar bûn ku birînên yekî giran in.
Li gorî agahiyan, dermankirina kesên birîndar li nexweşxaneyan berdewam dike.