Di hefteyekê de 4 hezar û 139 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di operasyonên "Çember-23"yê de 4 hezar û 139 kes hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, di operasyonên "Çember-23"yê yên li dijî kesên ku derbarê wan biryara girtinê heye hatine kirin de 4 hezar û 139 kes hatine destesekirin.
Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê kesên hatine desteserkirin ev agahî dan:
“Di operasyonên ku di nava hefteyekê de hatine kirin de ji ber diziyê 700, ji ber sextekariyê 140, ji ber talankeriyê 360, ji ber kuştinê 50, ji ber sûcên cinsî 106, ji ber sûcên narkotîkê 721, ji ber sûcên terorê 49, ji ber sûcên qaçaxçîtî û organîzeyê 448 û kes jî ji ber sûcên din hezar û 565 kes hatin desteserkirin ku bi giştî dike 4 hezar û 139 kes."