Erdogan: Me fermana amadekariyên guherîna destûrê daye

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan civiya. Erdogan piştî civînê ragihand, ku wî derbarê mijara girêdana hîcabê de fermana amadekariyên  guherîna destûra bingehîn daye û got: “Eger mijar hat rojeva parlamentoyê em dê bibînin ka kî dê çi helwêstekê nîşan bide.”

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, piştî du hefteyan îro 10ê Cotmeha 2022an bi serokayetiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan civiya.

Pêşhatên dawî yên aboriya Tirkiyê, tedbîrên daxistina rêjeya enflasyonê û polîtîkaya faîzê ji mijarên sereke yên civîna kabîneya hikumeta AKPê bûn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna kabîneyê, civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê naveroka civînê de axivî.

Erdogan ragihand, ku ew di krîzeke cîhanî de derbas dibin û ev yek bandorê li Tirkiyê jî dike û got: “Me xwe ji bo wê krîza enerjiyê ku hemû cîhan nîgeran kiriye kiriye amadekiribû. Me depoyên xwe yên enerjiyê ji sedî 100 tije kirin. Di serdemeke ku herî zêde paşveçûna aborî tê axaftin de me kar û nanê welatiyên xwe parast.”

Erdogan diyar kir ku wan di civîna kabîneyê de der derbarê projeya yekeyên nîştecihbûnê de jî gotûbêj kirine û got: “Mijara me ya sereke derbarê avakirina 500 hezar yekeyên niştecihbûnê, dayîna 250 hezar zevî û avakirina 50 hezar kargehan de bû. 7.2 milyon kesan serî li vê projeyê dane.” 

Serokomarê Tirkiyê derbarê xebatên guhertina Destûra Bingehîn û projeyasaya ya li ser  rakirina astengiyên li pêş  girêdana hicabê de jî got ku wî di vî warî de fermana amadekariyên guhertineke berfireh a destûra bingehîn daye û ev mijar dê bê rojeva parlamentoyê.

Berî çend rojan Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihandibû ku ew dê bi guhertina yasayê nîqaşên li ser girêdan hîcabê ji rojeva Tirkiyê bi temamî rakin, lê Erdogan, ji serokê CHPê re gotibû ku pêdivî bi guhertina destûrê nîne eger tu li ser vê mijarê  ji dil î were em destûrê biguherin. Ev demeke ev mijar bi tayebet di navebra Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Kiliçdaroglu de bûye sedema niqaşan.

Erdogan wiha axivî: “Serokê giştî yê CHPê ev mijar careke din anî rojevê, lê bi taybet nîqaşên ku ji navxweyê partiya li ser vê mijarê  hatine kirin, nîşan da ku hîn jî li ser vê mijarê helwêsteke qedexeker heye. Me jî got madem ev mijar careke din hat rojevê, me pêşniyara guhertina destûra bingehîn kir daku ev mesele rasterast bê çareserkirin. Weke tê zanîn, di sala 2018ê de  li parlamentoyê sererastkirinek hebû  ku bi 410 dengan hatibû pesendkirin û piştre di encama doza ku serokê giştî yê  CHPê vekiribû de  ji aliyê  Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû hilweşandin. Me li ser bingeha vê serarastkirinê, derbarê guhertineke berfireh a destûra bingehîn ku bihêzkirina malbatê jî  lixwe digire ferman da hevalên xwe ku amadekariyan bikin. Eger mijar hat rojeva parlamentoyê em dê bibînin ka kî dê çi helwêstekê nîşan bide.”

Erdogan di heman demê de diyar kir ku ew ê vê hefteyê serdana Astanayê bike û roja Înê li Stenbolê beşdarî Civîna Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a Tirkiye-Qaterê bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêvîdar im roja şemiyê em dê hesreta xwe bi birayên xwe yên Amedê re pêk bînin û em dê meşa rêya çandî jî pêk bînin."