Weşana teqîna Enqereyê hat qedexekirin

Enqere (Rûdaw) – Serokwezîriya Tirkiyeyê derbarê teqînên li Enqereyê de weke demkî biryara qedexeya weşanê da.

Desteya Bilina a Televîzyon a Radioyê (RTUK) di daxuyaniyekê de diyar kir ku Serokwezîriya Tirkiyeyl derbarê herdu teqînkn li Enqereyê qewimî de ji bo demeke berxwext biryara qedexeya weşanê da.

Di daxuyaniya RTUKê de wiha gotin:

"Serokwezîriyê ji ber teqîna ku îro danê sibehê li Enqereyê qewimî ji bo demeke berxwext biryara qedexeya weşanê da. Ev agahî ji hemû peydekerên medyayê re tê pêşkêşkirin û bila hay ji vê yekê hebin."