Efserekî Tirkiyeyê mir

Hewlêr (Rûdaw) -  Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku li navçeya Menemenê ya Îzmîrê efserekî wan ê bi navê Mehmet Kokcu miriye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, îro li Fermandariya Tûgaya 57an a Menemenê rewşa tenduristiyê ya efser Mehmet Kokcu têk çûye.

Wan yekser efser sewqî nexweşxaneyê kiriye lê tevî hemû mudaxaleyên bijîşkî esferê wan li nexweşxaneyê miriye.

Her wiha heta niha sedema mirina efser nehatiye eşkerekirin.