TUÎK: Li Tirkiyê rêjeya bêkaran gihişte %12an

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUîK) rêjeya bêkariyê ya Tîrmeha 2021ê gihişte ji sedî 12an. TUÎKê Hezîrana 2021ê rêjeya bêkariyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek ji sedî 10,6 eşkere kiribû.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) amarên derbarê bêkariya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên Tîrmeha 2021ê eşkere kir.

Li gor amaran di meha Tîrmehê de li ber meha borî rêjeya bêkariyê zêde bûye û di wateya berfireh de rêjeya bêkariyê zêdebûye û gîhiştiye %23,6an.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo kesên 15 salî û berjortir hejmara bêkarên Tîrmeha 2021ê li gor meha borî 506 hezar kes zêdebûne û hejmara bêkaran bûye 3 milyon û 902 hezar kes.

Bo gruba ciwanên 15 sal û heta 24 salî rêjeya bêkariyê li gor meha borî zêde nehatiye guhertin û ji sedî 23,1 e. Di vê grûpê de rêjeya destpêkirina karekî 0,3 kêm bûye û ji sedî 31,3.

Rêjeya beşdarbûna wan ya kar jî li gor meha borî 0,4 kêmbûye û daketiye ji sedî 40,7.

Amarên TUÎKê derbarê bêkariya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek caran hatine rexnekirin ku rast nînin. Herwiha bi taybet di mijara bêkariyê de amarên ku tên eşkere kirin rastî nerazîbûnan tên.