13 kesên ku dolar bi ser xelkê de avêtin hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Sêzdeh kesên ku li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê dolar bi ser xelkê de avêtin hatin desteserkirin.

Hefteya borî grûpeke ku bi maskeyan rûyê xwe veşartibû li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê bi ser xelkê de dolar avêtibûn.

Van kesan, dîmenên wan kêliyan jî li ser hesabên xwe yê tora civakî belav kiribûn.

Herwiha li ser vîdeoyê nivîsîbûn ku “em pereyan ji tora civakî bi dest dixin û li xelkê belav dikin.”

Belavbûna wan dîmenan karvedan li pey xwe anîn û Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê li ser mijarê lêkolîn da destpêkirin.

Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehiyê di çarçoveya lêkolînan de li navçeya Buyukçekmeceyê bi ser vîlayekê de girtiye û 13 ji wan kesên ku li Cadeya Îstîklalê dolar bi ser xelkê de avêtibûn desteser kirine.

Yek ji wan 13 kesên desteserkirî piştî îfadeyê hat berdan û 12 kesên din bi tohmeta “teşwîqkirina xelkê ya kîn û nefretê” ji bo dadgehê hatin şandin.

Hate ragihandin ku li malên wan kesan dest bi ser hejmareke zêde ya dolarên sexte û maskeyan de hatiye girtin.

Li gorî îdiayan ew kes vîdeoyên ku naveroka wan “pornografî” ne çêdikin, li ser torên civakî belav dikin û ji vê jî dahatekê bi dest dixin.