Li Îzmirê 53 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Urlayê ya parêzgeha Îzmîrê, li nav Derya Egeyê 53 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Derya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê ragihand ku li sînorên navçeya Urlayê ya Îzmîrê li nav Derya Egeyê di nav belemeke plastîk de 53 koçber hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya ji wan 24 zarok in.

Hêzên ewlehiyê her 53 koçber piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmirê kirin.