RAPIRSÎ: %80ê nifşê nû deng nadin AKPê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyeke Navenda Lêkolînan a Gezîcî ji sedî 80ê dengderên ciwan ku wek nifşê nû (Nifşê Z) tên binavkirin dengên xwe nadin partiya desthilatê AKPê, ku rêjeya dengên wan di hilbijartinên sala 2023ê de ji sedî 11.8ê piraniya dengên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.

Navenda Lêkolînên Gezîcî di navbera 2-3ê Temûzê de li ser hilbijartinên bê yên Tirkiye ligel 2 hezar û 680 kesan rapirsiyek kiriye. Navenda Lêkolînên Gezîcî derbarê helwêsta dengderên bê biryar û nêrîna dengderên ciwan ên Tirkiyê de ku wek nifşê nû tê navkirin jî lêkolîn kirine.

Li gor encamên rapirsiyê ji sedî 70ê dengderên bê biryar jin in û dê di hilbijartinên sala 2023ê de roleke sereke bibînin. Ew rapirsî dibêje ji sedî 80ê nifşê nû ku wek nifşê Z jî tê zanîn dengê xwe nadin AKPê ku rêjeya dengên wan di nav piraniya dengan de ji sedî 11.8 e.

Li gor rapirsiyê ji sedî 74ê beşdaravanan dibêjin pirsa herî girîng a Tirkiyê pirsgirêka aborî ye. Ji sedî 44.6ê wan di wê baweriyê de ne ku opozîsyon dê bikare vê pirsgirêkê çareser bike, lê ji sedî 40.3ê wan jî dibêjin Tifaqa Cumhur ku ji AKP û MHPê pêk tê dê pirsgirêkê çareser bike. Herwiha ji sedî 72ê beşdarvanan jî gotine ku ew li beramber bihabûna nirxên pêdiviyên sereke yên jiyanê nikarin dabara xwe bikin û desthilat di rêveberina dewletê de rûbirûyê zehmetiyan bûye.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan hatiye pirsîn “Hûn bawer dikin ku di nav salekê de aboriya welat baş bibe?” Ji sedî 76ê wan gotine baş nabe û tenê ji sedî 24ê wan di wê baweriyê de ne ku dê di nav salekê de rewşa aborî ya Tirkiyê baş bibe.

Di rapirsiyê de hatiye pirsîn “Eger sibe hilbijartina serokkomariyê bibe hûn dê dengên xwe bidin kê?” Ji sedî 53.2ê wan dibêjin dê dengê xwe bidin Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û li beramber ji sedî 46.8ê jî dibêjin dê dengê xwe bidin Serokkomarê niha yê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan.