Putîn û Erdogan pêşhateyên li Lîbya û Idlibê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di peywendiyeke telefonî de pêşhateyên Lîbya û Idlibê gotûbêj kirin.

Serokomariya Tirkiyê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê 10ê Hezaîran 2020an derbarê pêşhateyê dawiyê de peywendiyeke telefonî enacam dan.

Li gorî daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Putîn û Erdogan  Ragihandinê di peywendiya telefonê pêşhatên Libya û Idlibê û pirsên herêmî gotûbêj kirin.

Herwiha ragihandin ku di beşeke din peywendiyê de herdu aliyan pêngavên dijî vîrusa koronayê ya cureya (Covid-19) û pêvajayoya piştî koronayê, ligel têkiliyên dualî gotûbêj kirin.