Cengîz Çandar: Di heyama niha de çareseriya pirsa Kurd ne pêkan e
Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Amedê Cengiz Çandar ragihand ku niha derfeta çareserkirina pirsa Kurd ji hemû deman xirabtir e û got: “Berawirdkirina vê serdemê bi ya Turgut Ozal re dê bibe heqareteke mezin li wî. Bi kêmanî em vê dizanin: Heta ku Tayyîp Erdogan li vî welatê desthilatdar be û ev welat bi hevpeymaniya AKP-MHPê were birêvebirin, ne pirsgirêka Kurd dikare were nîqaşkirin, ne jî çareser pêk tê.”
Berbijêrê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Amedê Cengiz Çandar beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa pirsa Kurd û hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomariyê û parlamenteriyê kir.
“Amed navenda Kurdistanê ye”
Li ser girîngiya bajarê Amedê û çima weke berbijêrê Amedê hatiye destnîşand kirin, Cengiz Çandar wiha got: “Taybetmendiya Amedê ew e ku Amed navenda Kurdistanê ye. Raboriyeke min a nêzîkî 40 salan bi pirsa Kurd û gelê Kurd re heye. Min di serdema Turgut Ozal de di avakirina peywendiyên navbera Tirkiye û serkirdeyên Kurdên Iraqê de rola sereke lîst. Piştî wê, di qada navneteweyî de bi hemû pêşengên Kurd û kesayetên siyasî yên Kurd re têkiliyên min ên siyasî yên gelekî nêzîk hebûn. Bi salan e bi bajarê Amedê re têkiliyên min ên nêzîk hene. Ji ber vê yekê eger hûn van peywendiyên min û rabirdûya min li ber çavan bigirin, di bûyîna min a berbijêriya Amedê de tiştekî sosret nabînin.”
Çandar, diyar kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi xwe pêşniyariya berbijêriya parlamenteriyê pêşkêşî wî kiriye, herwiha paritiya bi xwe biryar daye ku ji Amedê wî bike berbijêr û ew bi vê yekê gelekî bi şanaz bûye û wiha pê de çû: “Partiya min HDPê ev pêşniyar ji min re anî. Dema ku ev pêşniyar ji min re anî, xwest min li Amedê bike berbijêr. Ez bi vê yekê pir kêfxweş û serbilind bûm û min ew qebûl kir. Ez jî dizanim ku ev berpirsiyariyek mezin e. Têkiliyên min ên bi gelê Kurd re û pirsgirêka Kurd nîşan dide çima ez li Amedê bûme berbijêr.”
“Ji bo Kurdan ev serdemeke felaket e”
Çandar rewşa ji bo çareseriya pirsa Kurd ya serdema Turgut Ozal û ya niha berawird kir û got: “Di ser mirina Turgut Ozal re tam 30 sal derbas bûn. Di van 30 salan de gelek geşedan çêbûn, lê cudahiya sereke di navbera vê serdema niha û wê serdemê de ew e ku Turgut Ozal xwestibû wek yekem serokkomarê Tirkiyê bi ciddî bi pirsgirêka kurd re mijûl bibe û berî mirînê bi çareserkirina pirsê bikeve dîroka Tirkiyê. Ji ber vê yekê wefata wî bi taybetî li ser gelê Kurd ê Tirkiyê û li ser derdorên siyasî yên Kurd bû sedema xemgîniyek mezin û bandorek şok çêkir. Hêviyên mezin ji wî hebûn.
Bêguman ji wê demê û vir ve hin têkilî û geşedan çêbûne, lê eger li ser gelê kurd, rewşa gelê kurd, rewşa pirsgirêka Kurd muqayese were kirin, ev ji bo Kurdan serdemeke felaket e. Bi taybetî di van 7-8 salên dawî de li Tirkiyê zextên dijwar li ser gelê Kurd hatin kirin. Piraniya nûnerên gelê kurd ên bixwe hilbijartinê di girtîgehê de ne. Yanî gelê kurd wek parlametenr dişînin parlamentoyê, lê piştî demekê tên girtin. Selahattin Demirtaş di girtîgehê de ye. Gelek kesên wek wî, parlementer û şaredarên Amedê di zindanan de ne, yan jî di sirgûnê de ne. 10 hezar HDPyî di girtîgehan de ne.”
“Pirsgirêka Kurd îro nayê nîqaşkirin”
Cengîz Çandar amaje bi wê yekê kir ku di salên dawî yên AK Partiyê de tu derfeta çareseriya pirsa Kurd nemaye û got: “Pirsgirêka Kurd îro nayê nîqaşkirin. Dema tu dibêjî pirsgirêka Kurd heye, tu xwe yan di girtîgehê de, yan di girtîgehê de, yan jî li pêşberî dadgehê dibînî. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka Kurd ji aliyê derfetên xwe yên çareseriyê ve di serdema xwe ya herî xerab re derbas dibe. Di vî warî de mirov vê serdemê bi ya Turgut Ozal re bide ber hev, heqareteke giran e li wî. Bi kêmanî em vê dizanin: Heta ku Tayyîp Erdogan li vî welatê desthilatdar be û ev welat bi hevpeymaniya AKP-MHPê were birêvebirin, ne pirsgirêka Kurd dikare were nîqaşkirin, ne jî çareser dibe. Ji ber vê yekê hilbijartina Kemal Kiliçdaroglu ji bo serokomariyê ku wisa dixuye û bi saya ku partiya me ya di parlamentoyê de bûye kilîk, dibe ku wek 15 sal berê dîsa hewlên çareserkirina pirsa kurd derkeve pêş. Lê şertê yekem ji bo vê yekê ew e ku Kemal Kiliçdaroglu bibe serokomar û ya herî girîng jî ew e ku em bi awayekî bihêz bikevin parlamentoyê ku wisa xuya jî dibe. Piştî wê jî mirov dikare hêvî bike ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajo careke din dest pê bike. Nexwe eger rewşa heyî berdewam bike, çareseriya pirsgirêka Kurd ji bîr bikin. Di serdema Erdogan de Kurd bindest bûn, egera çareseriya pirsgirêka Kurd nema. Hemû nûnerên hilbijartî yên gelê Kurd di girtîgehê de ne, yan jî li sirgûnê ne.”
“Kiliçdaroglu ti soz nedane”
Debarê çima piştgiriya Kiliçdaroglu dikin de jî Çandar bal kişand ku li ser wê yekê Kiliçdaroglu ti soz nedaye Kurdan û wiha pê de çû: “Tekane bijardeya ku Erdogan ji serokatiyê bike hibijartina Kemal Kiliçdaroglu ye. Ji ber vê yekê Kurd dê dengê xwe bidin Kiliçdaroglu ku Tayyîp Erdogan ji serokomariyê bibe. Ne ji ber ku Kiliçdaroglu hin soz daye wan. Heta ku Tayyîp Erdogan bimîne, asoya Kurdan li Tirkiyê tarî dibe. Kurd dê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû ku Tayyîp Erdogan nemîne û rê li ber çareseriya vê pirsgirêkê veke, hêviyê zindî bike. Wekî din, ne ji ber ku bazariyek hat kirin û lihevkirinek çêbûye. Eger Kiliçdaroglu ji bo serokomariyê were hilbijartin û wek min got, dema partiya me wek partiya ku nûnertiya Kurdan dike bikeve meclîsê, wê demê ji bo pêvajoyeke nû dê derfetên nû derkevin holê û hêviyên çareseriya pirsgirêka Kurd zindî bibin.”
"Egereke mezin di tûra yekem de biqede”
Çandar pêşbîniyên xwe yên derbarê encamên hilbijartinê de parve kir û got: “Texmîna min a şexsî ew e ku şansek pir mezin heye ku ev di tûra yekem de biqede. Bi gotineke din, îhtîmala qedandina di tûra yekem de ji mayîna di tûra duyemîn de bihêztir e. Her ku roja hilbijartinê nêzîk dibe dê ev îhtimal xurtir bibe û ez bawerim di tûra yekem de dê ev yek bi dawî bibe. Eger bi dawî nebe Kiliçdaroglu dê di tûra duyemîn de teqez bi ser bikeve. Hin kes ji wê yekê dilgiranin ku bo tûra duyemîn bimîne û sedemên fikarên wan jî ev e; Tayyîp Erdogan, ku naxwaze dest ji desthilatdariyê berde, dikare bi her cûre provokasyonên neqanûnî û kiryarên tundûtûjiyê tiştan ji kontrolê derxîne. Ya rastî eger bo tûra duyemîn bimîne Kiliçdaroglu dê bi ser bikeve, lê dibe ku Tirkiye bibe qada geşedanên pir bi xwînî. Ji ber vê yekê jî daxwaza mirovan heye ku di tûra yekem de biqedînin. Û bi egereke mezin Kemal Kiliçdaroglu di tûra yekem de bi ser bikeve.”
Herî dawî Berbijêrê Parlamenteriyê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Amedê Cengiz Çandar anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye partiya wan dê di navbera 80 heta 100 kursiyên parlamentoyê bidest bixin.