Oktay: Hêzên navxwe û derve bûne yek û dixwazin Erdogan ji desthilatê daxînin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de got: “Hemû hêzên navxwe û derve bûne yek û armanca wan daxistina Erdogan ya ji ser desthilatê ye.”

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay îro Duşemê 10ê Nîsana 2023an li Enqerê beşdarî civîna nirxandinê ya serokatiyên bajaran a AKPê bû.

Oktay li ser hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokkomar û parlamentoyê diyar kir ku ew wek partî û Hevpeymaniya Cumhur her roj 24 demjimêran kar dikin û di xizmeta xelkê de ne.

Herwiha Oktay amaje bi wê yekê da ku di nav 20 salan de zêdeyî karê 100 salan kirine û di demeke nêzîk de dê keştiya firoke jî bikeve xizmetê.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay wiha got: “Em vê yekê baş dizanin û xelkê me jî dibîne. Hemû hêzên navxwe û derve li hemberî serokkomarê me bûne yek û yek armanca wan heye ew jî daxistina Erdogan ji desthilatê ye. Dê piştî wê çi bibe? Ji xwe eşkerekirin ku dê piştre çi bibe?  Ev yek ji Çiyayê Qendîlê jî ragihandin. Li navenda FETOyê ragihandin. Ji cihên ji Okyanûsê dûrtir ragihandin. Lê em jî vê yekê bi awayekî zelal dibêjin. Ew bi zorê li ser maseya şeş û heft dane rûniştandin. Yên ku ji ser maseyê rabûn jî di nav 24 demjimêran de dan rûniştandin.”

Biryar e di 14ê Gulana îsal de hilbijartinên parlamento û serokatiyê li Tirkiyê bên lidarxistin. 

Ji bo posta serokkomariyê, 4 kes bûne berbijêr ku ev in: Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Muherrem Înce û Sînan Ogan.

Herwiha ji bo hilbijartinên parlamenteriyê jî 26 partiyên siyasî lîsteyên namzedên xwe pêşkêşî YSPê kirin.