Doza girtina HDPê sibe tê dîtin: Li pêş dadgehê 2 bijarde hene

Hewlêr (Rûdaw) - Doza girtina HDPê, roja 11ê Nîsana 2023an li Dadgeha Destûrê tê dîtin. HDPê pêştir ragihandibû ku parastina devkî nake.

Pêvajoya doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûrê berdewam e. Dihat çaverêkirin, roja 11ê Nîsana 2023ê rûniştina dozê bê kirin û parêzer û berpirsên HDPê bi devkî parastina xwe bikin. Piştre jî dê Dadgeha Destûrê rojekê diyar bike û derbarê girtinê de biryara dawî bide.

HDPê di meha Adarê de bi armanca paşxistina rûniştina doza girtinê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulanê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû, lê 22ê Adarê daxwaza HDPê hatibû redkirin.

HDPê roja 6ê Nîsanê gotibû: “Roja parastina devkî ku Dadgeha Destûrê diyar kiriye, destwerdana di hilbijartinên serbest û dadmend de ye. Li hemberî vê helwêsta Dadgeha Destûrê em roja 11ê Nîsanê parastina devkî nakin.” HDPê ragihand ku di dema propaganda û xebatên hilbijartinê de ne pêkan e, bikaribin parastina devkî bikin.

Li pêş dadgehê 2 bijarde hene

Li gor hiqûqnasan 2 bijarde li pêş dadgehê hene. Dadgeh dikare derbarê HDPê de biryara “mafê neaxavtinê” bide. Wê demê dê ji bo rapora xwe amade bike dosya bo raportorê dadgehê bê şandin, an jî dê dadgeh careke din mafê parastina devkî bide HDPê û bo cara dawî agahdar bike.

Eger dosya biçe raportor, dê raportor di dema mehekê de rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên dadgehê bike. Piştre jî dê Serokê Dadgeha Destûrê Zuhtu Arslan bo biryar dayînê rojekê diyar bike û endamên dadgehê bicivin. Roja dadgehê pêş hilbijartinan dibe yan piştî hilbijartinan, dê şanda dadgehê biryarê bide.

Ji bo HDP bê girtin divê ji 15 endamên dadgehê 10 dengên “erê” bidin. Heta niha bo piraniya biryarên derbarê HDPê de kêmtir ji 10 kesan deng dane.