Parlamentera HDPê: Hilbijartin dê ji bo heyama nû bibe qonaxek

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku partiyan lîstên xwe yên ji bo hilbijartina parlamenteriyê radestî YSKê kirin Parlamentera HDPê da zanîn ku “Hilbijartin girîng e lewra dê ji bo heyama nû bibe qonaxek.”

Partiya Çep a Kesk ji bo 81 bajaran lîsteya 600 namzetên xwe yên parlamenteriyê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) kir.

Parlamentera HDPê ya Stenbolê Zuleyha Gulum anî ziman, “Wê di siyasetê de deriyên nû vebin. Lê ev yek bes bi hilbijartinan pêkan nîne. Helbet hilbijartin girîng e lewra dê ji bo heyama nû bibe qonaxek. Lê ya ku wê aştî, azadî, demokrasîyê bîne vî welatî têkoşîna me ye. Niha vekirina buroya me ya jinan heye. Wekheviya jin û mêran jî wê di encama têkoşîna me de çêbibe.”

Di lîsteyê de hevserok û hevberdevkên Partiya Çep a Kesk, HDP, HDK, DTK, DBPê di rêzên ewil de cih girtin. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li Wanê û Hevserok Mîthat Sancar jî li Rihayê bûn namzed.

Alîgira HDPê Zelîxa got, “Bila aştî çêbibe. Bila serokê me bê berdan. Bila Demirtaş û girtiyên siyasî bên azadkirin.”

Alîgirê HDPê Ehmed anî ziman, “Em aştiyê dixwazin. Ka Demirtaş çima di hundir de ye, sûcê wî çi ye?”

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek ji Stenbolê bû namzed. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun ji Stenbolê û Hevberdevk Îbrahîm Akin jî ji Îzmîrê wek nazmed hatin destnîşankirin. Alîgirên HDPê ji navê namzedan wêdetir girîngiyê didin bernameya partiya xwe.

Alîgirê HDPê Ezîz got, “Em ji namzedên xwe dixwazin ku xwedî li miletê xwe derkevin û nas bikin. Bila ew ji bo demorkasiyê bixebitin.”

Kontenjanên ji bo tifaqa bi çepên Tirk re Tifaqa Ked û Azadî, tifaqa bi partî û hereketên Kurd re Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û partiyên pêkhate yên HDP jî diyar bûn. Ji Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo EHP, SMF, TOP, EMEP; ji pêkhateyên HDPê ji bo ESP, SYKP, Partiya Şoreşger DP, SODAP kontenjan hatin veqetandin.

Ji Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd; Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek li Wanê; Serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç jî ji Amedê weke namzet hatin nîşandan.

Li bajarê Stenbolê ku derdora 5 milyon Kurd lê dijîn, HDP di hilbijartinên sala 2018an de 12 parlamenter bidest xistibû. Stenbol ji 3 herêmên hilbijartinê pêk tê û hejmara parlamenteran jî 98 e. HDP, piştî AKP û CHPê li Stenbolê sêyem partîya herî mezin e.