Rêvebirê AK Partiyê nemiriye, hatiye kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka AK Partiyê yê navçeya Develiyê ya Qeyseriyê Eyup Aslanturk par canê xwe ji dest dabû.

Dihat gotin ku ku Aslanturk di qezayeke trafîkê de miriye lê derket holê ku ew hatiye kuştin.

Serdozgeriya Komarê ya Qeyseriyê li ser gumanên di heqê bûyerê de dest bi lêkolînekê kir.

Serdozgeriya tevî çar kesên girtî di heqê 6 kesan de doznama amade kir.

Di doznameyê de hat xwestin ku B.E, K.S.Y, F.P. û B.G. ji ber “kuştina biplan” werin darizandin.

Di doznameyê de hat destnîşankirin ku gumanbaran ji bo kuştina Eyup Aslanturk (57) plan daniye û li derdora mala wî keşif kiriye.

Herwiha ji bo ku li malê tenê bimîne gumanbaran keça wî û hevjîna wî vexwendiya malekê.

Bi lêdanê hatiye kuştin

Hat diyarkirin ku 4 gumanbar çûne mala wî, wan devê Aslanturk bi bandê girtiye û destên wî bi kelemçeya plastîk girê dane.

Li gorî dosyeyê, Aslanturk bi lêdanê hatiye kuştin lê ji ber ku wekî qezayekê xuya bike gumanbaran ew daniye ser kursiyê ajokar ê otomobîlekê û otomobîl serjêr berdaye.

B.E. di îfadeya xwe de got ku armanca wî tirsandina Aslanturk bû.

Gumanbarên din jî ev îdia red kirin.