Li Kayseri bi hêza 4.8 pile erdhejek çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hacilar a ser bi parêzgeha Kayseri ya Tirkiyê ve, bi hêza 4.8 pile erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li navçeya Hacilar ya Kayseriyê, roja Înê 10ê Adara 2023an demjimêr 05:28 deqe bi hêza 4.8 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 7 kîlometre bûye.

Herwiha hatiye ragihandin ku di encama wê erdhejê de ti zerarek çênebûye.

Di heman demê de îro û şeva borî li navçeya Sincikê ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.5 û 4.1 pile du erdhej çêbûne û di encam de li parêzgeha Meletî avahiyeke ku di erdheja 6ê Sibatê de zerar gehiştibûyê  herifiye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in.

Piştî erdheja 6ê Sibatê zêdeyî 10 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.