Yerlîkaya: 142 koçber û 49 qaçaxçiyên koçberan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di encama operasyonan de142 koçber û 49 qaçaxçiyên koçberan hatine girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku piştî şopandina zêdeyî 3 mehan operasyonên hevdem hatine kirin.

Li gor daxuyaniyê li parêzgeha Edirneyê bi ser 30 navnîşanan de hatiye girtin û di encam de 22 qaçaxçiyên koçberan ahtine girtin.

Herwiha li Stenbolê jî 12 qaçaxçî hatine desteserkirin û ji wan 11 kes bi biryara dadgehê hatine girtin û yek ji wan bi şertê kontrola edlî hatiye berdan.

Yerlîkaya diyar kir ku li parêzgehên Îzmîr û Amedê jî di encama operasyonan de 14 qaçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin û ji wan 13 kes bi biryara dadgehê hatine girtin.

Ligel vê yekê li parêzgeha Amasyayê jî di encama lêgerîna nav barhilgirekê de kesek bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatiye desteserkirin û girtin.

Li aliyê din Yerlîkaya da zanîn ku 142 koçberên hatine desteserkirin jî bo rêveberiyên îdareyên koçê yên bajaran hatine şandin û dest bi kar û barên dersînorkirina wan hatiye kirin.