DEM Partiyê ji bo Minbicê bangî desthilata Tirkiyeyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê got, "Piştî rûxandina rejîma Esed, dema ku li cîhanê daxwaza Sûriyeyeke ku hemû Sûriyeyî bi wekhevî û azad bi hev re bijîn bilind dibe, hikûmeta AKPyê mixabin gavên ku kaos û aloziyê kûrtir dike diavêje."
Tehrîr El Şamê doh Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî vê yekê Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê êrişên xwe yên li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya xweser de ne zêde kirin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê derbarê rewşa Bakurê Rojhilatê Sûriyê û êrişên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
"Hikûmeta AKPyê gavên ku kaos û aloziyê kûrtir dike diavêje"
DEM Partiyê ji deshilata Tiriyeyê xwest ku ew êriş bên rawestandin û got:
"Piştî rûxandina rejîma Esed, dema ku li cîhanê daxwaza Sûriyeyeke ku hemû Sûriyeyî bi wekhevî û azad bi hev re bijîn bilind dibe, hikûmeta AKPyê mixabin gavên ku kaos û aloziyê kûrtir dike diavêje.
Hikûmeta AKPyê ku hemû polîtîkaya xwe li ser tasfiyekirina mafên Kurdan ên di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de bi dest xistiye esas digire, êrişî hebûn û destkeftiyên Kurdan dike û ya girîngtir jî êrişî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku ji aliyê hemû gelên navçeyê ve hatiye avakirin dike."
"Li Eyn Îsayê 12 sivîl hatin kuştin"
DEM Partiyê her wiha bal kişand ser êrişa ku şeva borî ya li Eyn Îsayê ku di encamê de 12 sivîl hatîn kuştin û got:
"Piştî Til Rifetê di hewldana dagirkirina Minbicê de çeteyan sûcên şer ên wekî revandina jinan, talankirin û kuştinê kirin.
Bingeha çareseriya siyasî û jiyana hevpar a li Sûriyeyê dikin xeterê. Êrişên dronan yên ku ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve ji bo parastina çeteyan pêk tên, krîza herêmê kûrtir dike.
Di encama êrişa dironî ya li herêma Eyn Îsayê ya li rojhilatê Feratê de 12 sivîlên ji heman malbatê hatin qetilkirin, nîşan dide ku li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî bê navber tê ferzkirin."
"Desthilata Tirkiyeyê şert û mercan ji holê radike"
DEM Partiyê bangî desthilata Tirkiyeyê kir ku ew êriş şert û mercên bi hevrejiyanê ne tenê li Sûriyeyê, li Tirkiyeyê jî ji holê radikin û got:
“Em bangî desthilatê dikin ku dawî li van polîtîkayan bîne. Êrişên ku modela hevjiyana aştiyane ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin armanc, ne tenê li Sûriyeyê bi giştî, li Tirkiyeyê jî şert û mercên bihevre jiyaneke aştiyane ji holê radikin."
DEM Partiyê ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî jî xwest ku ji bo rawestandina wî şerî erkê xwe cîbicî bikin û wiha pê de çû:
"Em wekî DEM Partî hêvî dikin ku li Sûriyeyê rêveberiyeke veguhêz were avakirin û hemû beşên civakî tê de cih bigirin û ev rêveberiya demkî gavên pêwîst bavêje ji bo agirbestekê di navbera aliyan de heta ku destûreke nû di çarçoveya prensîbên demokratîk de bê çêkirin û hilbijartinên demokratîk bên kirin.
Di wê çarçoveyê de em bangî civaka navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî dikin ku piştgiriya rawestandina şer bikin û pêvajoyê ji nêz ve bişopînin û da xelkê ji cihû warê xwe bûye di serî de xelkê Efrînê bikaribin vegerin warê xwe. Em bang dikin ku di wê mijarê de berpirsyariyên xwe cîbicî bikin."