Derbarê Feleknas Uca de 3 fezleke bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Uca de 3 fezlekeyên ku hatibûn amadekirin bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê bi daxwaza rakirina parêzbendiya Parlementera HDPê Feleknas Uca 3 fezleke amade kirin û ev fezleke roja Înê 9ê Kanûna 2022ê bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê hinceta yekemîn fezlekeyê axaftina Parlamentera HDPê Feleknas Uca ya di 4ê Sibata îsal de ku li ser êrîşên Tirkiyê bo ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê nîşan daye. Herwiha fezlekeya duyemîn jî ji ber axftina Uca ya li parêzgeha Êlihê ku 8ê Adara 2021ê kiribû hatiye amadekirin û tê îdîakirin ku Uca “Propagandeya rêxistinê” kiriye. Fezlekeya sêyemîn jî bi îdîaya “Civîn û xwepêşandana dijî yasayan” hatiye amadekirin û meşa piştgiriya çalakiyên birçîbûnê ku ji bo tecrîda li Îmralî hatibû kirin wek hincet hatiye nîşandan.

Di 27emîn Gera Danîna Qanûnan de, 28ê Mijdara 2021ê fezlekeyên rakirina parêzbendiyê bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatibûn pêşkêşkirin. Ev fezleke Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan û Wekîlê Serokê Grûpa CHPê Ozgur Ozel jî di nav de dosyayên 21 parlamenteran li xwe digirin.